20 Mijdar 2024 | Kurdî | Essen

Em bi xwendina çîroka Kurdî beşdarî Roja Xwendinê bûn

Em bi xwendina çîroka Kurdî beşdarî Roja Xwendinê bûn

 

Roja 15ê Mijdara 2024an li seranserê Almanyayê Roja Xwendinê bû. Bi vê boneyê, mezintirîn îvênta xwendinê ya Almanyayê hat lidarxistin. Ev îvênt ji sala 2004an vir ve ji aliyê Rojnameya "Die Zeit", Weqfên "Stiftung Lese" û "Deutsche Bahn Stiftung" hatiye destpêkirin.

Di çarçoveya vê Roja Xwendinê de li Navenda Hevdîtinê ya Weberplatzê (Begegnungszentrum Weberplatz) li Essenê angebotek ji bo zarok û malbatan hat pêkanîn. Komeleya me Yekmal jî beşdar bû û hevkarên me pirtûka “Masiyê Bûka Baranê” bi Kurdî ji zarokan re xwendin. Êvareke pir xweş bû!

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR