Îlon 27, 2024

Workşopên Govendê

Hûn dixwazin gav, rîtm û rehendên çandî yên govendên Kurdî fêr bibin û bi zarokên xwe re bibin xwedî ezmûnek zengîn û xweş? Wê demê beşdarî rêze-workşopa Govenda Kurdî ya Navenda Malbatan a Rengînê bibin!

Em bi kêfxweşî we û tevî malbata xwe vedixwînin rêze-workşopa xwe ya balkêş ya Govenda Kurdî da ku hûn dansên dewlemend û mîrata çandî ya gelê Kurd biceribînin û hîn bibin.

Ev Workşop derfetek bêhempa pêşkêşî we û zarokên we dike ji bo ku baştir pirrengî û zengîniya dîlanên gelêrî yên Kurdî nas bikin û biceribînin. Bi rêberiya fêrkarên bi ezmûn ên dansê, Dêûbav û zarok dikarin di van workşopan de gelek dîlanan fêr bibin û paşxana wan a çandî nas bikin û kêfê bistînin.

Çima beşdar bibin?
● Zengînkirina çandî: Li ser govend û çanda Kurdî zanîna xwe zêdetir bikin.
● Îfadeya Hunerî: Bi tevger û rîtmê afirîneriya xwe pêşve bikin.
● Çalakiya fîzîkî: Dans ne tenê tendirust e, lê di heman demê de pir xweş e!
● Avakariya Civatî: Bi malbatên din re hevdîtin bikin û bibin beşek ji civata me ya pirreng.

Kî dikare beşdar bibe? Dêûbav û zarokên her temenî.
Çi bînin:
Cilûbergên rehet û dilxwaziya dansê!
Dem:
Mehê carekê
Yekem Workşop:
30ê Îlona 2024an
*Beşdariya workşopan belaş e.

Ji kerema xwe forma qeydê dagirin, ji ber ku hejmara beşdaran sînordar e.
Qeyd: https://forms.gle/vsURCB11Et2byDUn7

Têkilî

E-Mail: familienzentrum@yekmal.de
Tel.:
Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997 Berlin


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR

  • Workşopên Govendê dest pê kirin
    10.10.2024
    Workşopên Govendê dest pê kirin

    Yekemîn Workşop li ser dîlana Delîlo bû. Beşdar fêrî gav û ritmên dîlanê bûn, herweha derbarê paşxana çandî ya dîlanên Kurdî agahî wergirtin.

  • Serdana me ya ji bo Spore Hausê
    03.09.2024
    Serdana me ya ji bo Spore Hausê

    Di seredanê de, em di nava salona pêşangeha “Asta Avê – Water Bodies” de geriyan ku li ser pirsgirêkên kêmbûna avê li Kurdistanê radiweste. Di vê çarçoveyê de, me rehendên siyasî...