Komeleya Yekmalê di 9’ê Gulana 1993an de ji aliyê Dêûbav, mamosta û xebatkarên civakî yên Kurd ve li Berlînê hate damezrandin. Komeleya me di çend salan de mezin bû û karî li Berlînê li navçeya Kreuzbergê buroya xwe veke. Di sala 2000an de bi destpêkirina kursên Kurdî ji bo zarokan û lidarxistina yekemîn konferansa pispor di sala 2009an de, Komeleya Yekmalê bingeha xebata xwe ya perwerdehî û torbendiyê ya niha danî. Yekmal di sala 2014an de yekemîn Zaroxaneya duzimanî ya Kurdî-Almanî li Berlînê vekir û piştre jî di sala 2019an de Akademiya Yekmalê damezrand.
Rola şaxa Berlînê
Şaxa Berlînê ya Yekmalê, dilê rêxistina me ye ku hem Ofîsa Rêveberiya Giştî û hem jî kargêrî li wir e. Ev rola navendî dihêle ku Yekmal bi awayekî bibandor xebatên xwe yên perwerdehî û şêwirmendiyê yên cihêreng bi rê ve bibe û bi taybetî bersiva pêdiviyên civaka Kurd û koçber bide.
Xebatên me li Berlînê
Yekmal li Berlînê gelek xebatên perwerdehî û şêwirmendiyê pêşkêş dike. Di serî de pêşvebirina pirzimanî, alîkarîkirina malbatên xwedî paşxana koçberiyê û têkoşîna li dijî Dîskrîmînasyonê. Di nava angebotên me de:
• Du Zaroxaneyên Duzimanî (Pîya)
• Navenda Malbatan a Rengînê
• Piştgiriya ziman û perwerdehiya duzimanî
• Şêwirmendiyên malbatan
• Alîkariya Perwerdehiyê ya Seyar
• Navenda Qeyda Destpêkê ji bo zarokên bê serperişt ên penaber
• Wargeha Alîkariya Perwerdehiyê „Dîwan“
• Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal bi Ofîsa Qeyda Neuköllnê
• Şêwirmendiyên civakî, mafê penaberî û nîştecihbûnê
• Pêşxistina jêhatîbûnên xebatkaran
• Pêşxistina karê dilxwazî
• Piştgiriya zanist û lêkolîna zimannasiyê
Tîma me
Tîma Yekmalê ya Berlînê ji xebatkarên pispor û dilxwaz ên jêhatî pêk tê ku bi hev re dixebitin da ku bi awayê herî baş piştgiriya malbatan bikin. Di nav wan de xebatkarên civakî, derûnsarêj, perwerdekar, pisporên zanistên civakî, zimannas û xebatkarên curbicur hene. Vê yekê xebata komeleyê xurt kiriye û di gihîştina armancên me de bûye alîkar.
Xebatên hevpar û Torbendî
Yekmal li Berlînê bi sazî, komele û torên cihêreng re hevkariyê dike da ku angebotên xwe pêşve bibe. Nûnerên komeleya me di gelek komîteyên taybetmend de çalak in. Ev Torbendî rê li pêşiya me vedike ku em pêdiviyên wergirên xwe hîn çêtir pêk bînin û çareseriyên demdirêj û domdar pêş bixin. Tora pirziman a BEFaNê derfet çê dike ku em bi rêxistinên xweser ên koçberan, rêveberî û siyasetmedaran re bixebitin. Bi rêya Konferans û Workşopên pispor ên birêkûpêk, danûstandin û torbendî bi aktorên din ên xebatên perwerdehî û întegrasyonê re pêşve dibe.
Cihên me
Komeleya me li Berlînê xwedan bingehek berfireh e û gelek navendên me yên stratejîk li seranserê bajêr hene. Buroya Rêveberî û kargêriya Giştî li navçeya Kreuzbergê ye, navend û cihên me yên din li navçeyên wekî Neukölln, Tempelhof, Wilmersdorf û Mitte ne. Belavbûna navendên me li seranserê Berlînê dihêle ku em li nêzî wergirên angebotên xwe bixebitin û em baştir bigihijin malbatên ji navçeyên Berlînê. Hemû cihên me bi awayekî baş bi veguheztina giştî ve girêdayî ne û her kes dikare bihêsanî xwe bigihîne me.
Buroya Rêveberiya Giştî
Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
Tel.: 030 817 97 365
Fax: 030 817 97 366
E-Mail: info@yekmal.de
Demên xebatê
Duşem - În: 09:00 – 17:00
Li vir em bûyerên Nijadperestî, Dijcihûtî, Dij-LGBTIQ*, Dij-Sîntî/Romîna, Tundrewiya Rastgir û bûyerên din ên dîskrîmînasyonê belge dikin.
Em li Berlîn, Essen, Herford û Bielefeldê alîkariya malbat, zarok û ciwanan dikin di mijarên perwerdehî, pirsgirêkên rojane û rewşên dijwar de.
Ev der ji bo hemû niştecihên navçeya Neuköllnê ye yên ku di bin bandora şêwazên Dîskrîmînasyonê de ne.
Ev proje bernameyeke vekirî ya xebata zarok û ciwanan e ku bi giranî li ser beşdarî û xwepêşvebirinê disekine
Li vir em li gor qanûna §34 SGB VIII ji bo penaberên temenbiçûk ên ku bêyî dêûbav û serperiştên xwe yên qanûnî hatine Almanyayê, jîngehek ewle û aram ava dikin.
Li Navenda me ya Qeyda Destpêkê em hawîrdorek ewle û piştgirî pêşkêşî Penaberên temenbiçûk ên Bêserperişt dikin da ku karibin gavên xwe yên pêşîn li welatek nû bavêjin
Em alîkariya Dêûbav û malbatan dikin di mezinkirina zarokên wan de. Herweha piştgiriya malbatan dikin ji bo pêşvebirina pirzimanî, derfetên wekhev û beşdariya civakî.