13 Gulan 2025 | Berlîn

Navenda Malbatan a High-Deckê

Navenda Malbatan a High-Deckê li Hänselstraße 6, 12057 Berlin-Neuköllnê cihekî hevdîtinê ye ji bo dêûbav û malbatên ku zarokên wan ên heta 6 salî hene. Li Kafêya Malbatê, odeya lîstikê û du odeyên koman, em bixêrhatina we dikin û herweha piştgirî û alîkariya we dikin li ser hemû pirsên girêdayî jiyana malbatê.

Armanca me ew e ku em piştgiriyê bidin zarokan di pêşvebirina wan de, bihêzkirina dêûbavan di mezinkirina zarok û jêhatîbûnên wan ên rojane de, herweha bi tevahî em piştgiriyê didin malbatan. Di xebata xwe de, em nêzîkatiyek çavkanî-navendî, pirzimanî, hestiyar ji aliyê çandî û hişyar ji aliyê cudakariyê nîşan didin. Balkêşiyek taybet li ser hêzdarkirin û xwe-biryardanê ye.

Em bi awayekî çalak merivên taxê di sêwirana ode û bernameyên xwe de beşdar dikin. Ji bo ku em piştrast bikin ku Navenda Malbatan cihekî wisa ye ku her kes li vir xwe rehet hîs dike, em karê xwe belaş û ji her kesî re vekirî, pêktînin.

Angebotên me:

  • Şêwirmendiyên pirzimanî ji bo malbatan
  • Komên lîstkan û çalakiyên pirzimanî ji bo dêûbav û zarokan
  • Piştgiriya pêşvebirina zimanî
  • Alîkarî di dema veguheztina ji zaroxaneyê ber bi dibistanê
  • Workşopên dêûbavan û angebotên agahîdanê
  • Bihêzkirina şêweya danûstandinê û stratejiyên hevbeş li dijî cudakariyê
  • Angebotên koman û cihên hevdîtinê
  • Angebotên bêhinvedanê ji bo malbatan û rêxistina geştên hevpar

Pêwendî

Navenda Malbatan a High-Deckê
Hänselstraße 6,12057 Berlin
E-Mail: fz-highdeck@yekmal.de
Tel.: 030 768 09 062
Kesên peywîrdar: Zilan Sarah Kößler û Sonja Galler

  My alt text      My alt text

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR