Navenda Malbatan a NW80

Navenda Malbatan a NW80 li Berlin-Rudow'ê cihekî vekirî yê perwerdehiya seretayî ye ji bo malbatên xwedî zarokên 0 heta 6 salî. Bala me li ser bihêzkirina jêhatiyên dêûbavan, geşekirina zarokên biçûk û piştgirîkirina beşdariya civakî li gorî beşa § 16 SGB VIII di qanûna civakî ya Almanyayê de.

Rudow bi pirrengiya malbatî tê nasîn. Navenda Malbatan a NW80 cihekî diafirîne ku ji vê pirrengiyê re dadperwer be. Ev der ji bo her kesî vekirî ye, pirzimanî ye, baldar e li hember hestyariyên çandî, xizanî û cudakariyê.

Em li Navenda malbatan a NW80 di çar qadên jiyana rojane de, piştgiriyê didin malbatan:

Perwerdehiya Malbatan

Di komên dê û bavan, workşop û gotûbêjên vekirî de, em li ser mijarên wekî girêdan, dêûbavitî, xwedîkirina zarok, pêşxistina ziman, karanîna medyayê û tendirustî diaxivin. Dema ku dê û bav ji bo jiyana rojane pêşniyazên pratîkî distînin, zarok jî dikarin bilîzin û fêr bibin.

Civîna Malbatan

Malbat di taştêyên malbatan de, li kafêyên vekirî an jî di şahiyan de tên ba hev û bi hev re diaxivin. Ev der cih dide danûstandin, têkiliyên nû û piştgiriya hevpar.

Şêwirmendiya Malbatan

Em li ser pirsên têkildarî xwedîkirina zarok, malbat, jiyana rojane an jî mijarên darayî şêwirmendiya rasterast û pirzimanî pêşkêş dikin. Şêwira me bi awayek nepenî û pêbawer e.

Bêhnvedana Malbatan

Çalakiyên werzişî û bêhnvedanê, tevgerên di xwezayê de, geşt an rêwîtiyên malbatî dibin sedema serpêhatiyên hevpar û hêzê didin malbatan.

Pêwendî

Familienzentrum NW80

Neudecker Weg 80, 12355 Berlin-Rudow

Tel.: 0176 859 552 67

E-Mail: fz-rudow@yekmal.de

 

Ji aliyê Jugendamt Neukölln'ê ve, piştgiriya darayî tê kirin

 My alt text

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR