Em serbilind in ku komeleya Yekmalê wek beşeke erênî ya jiyana çandî li Bad Kreuznachê tê dîtin û em bi hêviya berdewamiya vê hevkariya serkeftî ne.
Piştî ku li Bad Kreuznachê di gelek çalakiyên navneteweyî û herêmî de beşdar bûn, komeleya me xwest ku tiştek taybet ji bo zarokên Koma Govendê bike.
Em hêvîdar in û li benda piştgiriya her kesî ne da ku nûnertiya Yekmalê di Encûmena Şêwirmendiya Mainzê ya ji bo Koçberî û Întegrasyonê de hebe.
Cihê zihinyetek rastgir an zihinyeta rastgir a radîkal ya mîna rêxistina bi navê “Gurên Boz” di nav civaka me de tune ye.
Çalakiyek din a Yekmalê performansa Tembûrê ya koma me ya projeya ciwanan bû.
Komên me yên projeya Tembûr û Govendê li Mainzê bi helkefta hatina betlaneya havîna 2024’an konserek pêşkêş kirin.
Rapirsî ji bo dêûbav û zarokên wan e li seranserê eyaleta Rheinland-Pfalz-ê.
Festîval bi muzîka xweş, danûstandineke baş, atmosfereke xweş û xwarinên navneteweyî yên xweş derbas bû.
Bala çalakiya ku li qada vekirî hat lidarxistin, domdarî, parastina jîngehê û nêzîkbûna bi xwezayê re bûn.
Ji bajarên Alzey, Bad Kreuznach, Bad Sobernheim, Bingen, Ingelheim û Mainzê gelek malbat bi kincên rengîn li navenda Quartierzentrum ya bajarê Bad Kreuznachê hatin cem hev.
Koma me ji keç û xortan pêk tê, lê mamostayên komê bi zarokan re biryar dan ku di 8’ê Adarê de tenê keç derkevin ser dikê.
Zarokên HSU û xwişk û birayên wan bi taybetî bi bernameya zarokan a ku ji aliyê dilxwazan ve di dema taştê de hat pêşkêşkirin, gelek kêfxweş bûn.
Kevneşopiyên çanda Kurd-Elewî, merasîm û hîkmeta Gaxanê bi awayê şanogeriyê ji aliyê zarokên me bi kirmanckî, kurmancî û almanî hatin vegotin.
Ji Gulana 2022’an vir ve zarokên me yên di navbera 8 û 13 salî de bi coş amûra muzîkê ya Tembûrê lêdixin.
Zarokên me pir bi kelecan bûn û tevî lêdana dilê xwe performansek pir xweş pêşkêş kirin.