Bi biharê re Newroz jî tê; Cejna sersala Kurdî, cejna şahî û destpêkek nû. Newroz ew dem e ku em tarîtiya zivistanê li pey xwe dihêlin û pêşwaziya ronahî û germahiya biharê dikin.
Em gelek kêfxweş bûn bi dîtina kêfxweşiya zarok û malbatan. Rojek tijî çalakî, şahî û hevdîtin bû.
Di panelê de behsa dîroka dirêj a cejna Newrozê di dîroka Kurdan de hat kirin ku vedigere zêdetirî 700 salan berî zayînê.
Me bi zarokên kursên me yên muzîkê û malbatên wan re şahiya Cejna Newrozê lidar xist.
Di 20ê Adara 2026’an de şaxa komeleya Yekmalê ya li Essenê bi saziya ABS û komeleya Lîstik e.V. re li Zeche Carl cejna Newroza kurdan pîroz kir.
Newroz ji bo me kurdan ne tenê cejna sersala Kurdî û hatina biharê ye, lê di heman demê de sembola berxwedan û têkoşîna ji bo azadî, serxwebûn, nasname û mafên gelê Kurdistanê ye.
Me bernameyek pirreng amade kiriye. Di nav de angebotên ji bo zarokan û malbatan, konser, panel, govend, workşop û bazar hene.
Bernameyek pirreng ji axaftin, muzîk, govend, atolye, firoşgeh û xwarinên taybet li benda we ye.
Li der û dora Herford û Bielefeldê nêzî sed kes tevlî şahiyê bûn. Zarok û malbat pir kêfxweş bûn.
Pêxistina agirê Newrozê û dîlana kurdî li dora agir beşek giring a şahiya me bû.
Şahiyek rengîn hat lidarxistin ku bi stranên gelêrî û xwendina çîrokan ji bo zarokan dagirtî bû.
Şahiya Newrozê cihêrengiya çandê û hêza civakê nîşan da.
Ji bajarên Alzey, Bad Kreuznach, Bad Sobernheim, Bingen, Ingelheim û Mainzê gelek malbat bi kincên rengîn li navenda Quartierzentrum ya bajarê Bad Kreuznachê hatin cem hev.
Em bi mêvanên xwe yên biçûk û mezin re ji bo pêşwaziya hatina biharê hatin cem hev.
Roja 23ê Adara 2024an li Navenda Malbatan a Rengînê li Waldemarstr. 57, 10997 Berlin şahiya me ya Cejna Newrozê ya ji bo zarok û malbatan hat lidarxistin.
Êvara Pêncşemê 21ê Adara 2024an endam, karmend, dost û piştgirên komeleya me ya Yekmalê di bernameyeke xweş a Pêşwaziya Newrozê de li salona Rathaus Schöneberg a Berlînê hatin ba hev.
Di 21’ê Adara 2024’an de şaxên Yekmalê yên li Herford û Bielefeldê şahiya Cejna Newrozê li salona Kreishaus a Herfordê li dar xistin. Gelek mêvan amade bûn.
Bi biharê re Newroz jî tê. Newroz cejna sersala Kurdî, şahî û seretayek nû ye.