Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê li Berlînê ji Mijdara 2021an vir ve ji aliyê komeleya me Yekmal tê birêvebirin. Li vir em bûyerên Nijadperestî, Dijcihûtî, Dij-LGBTIQ*, Dij-Sîntî/Romîna, Tundrewiya Rastgir û bûyerên din ên dîskrîmînasyonê li navçeya Neukölln a Berlînê belge dikin. Hemû bûyerên ku li jor hatine diyarkirin an jî her cûreyên dîskrîmînasyonê dikarin ji aliyê welatiyan ve ji Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê re werin ragihandin.
Armanca Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê ne tenê ew e ku bûyerên dîskrîmînasyonê yên pêkhateyî an rojane li navçeyê bibelge û analîz bike, lê di heman demê de dixwaze hişmendiya civakê li ser rêje û hejmara neragihandî ya ezmûnên dîskrîmînasyonê yên hin koman, bilindtir bike. Ji bo ku pêşniyazên li dijî dîskrîmînasyonê amade bike û van koman li hember dîskrîmînasyonê biparêze.
Bûyerên dîskrîmînasyonê yên ku we bi xwe dîtiye an jî rastî wê hatine, dikarin rasterast ji me re bên ragihandin. Hûn dikarin rasterast li ofîsa me, an bi awayek serhêl bi rêya malpera "Berliner Register" an jî telefonê bûyerê li cem me qeyd bikin. Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê bê ku navê qurbaniyan eşkere bike, bûyeran qeyd dike û her sal di malpera "Berliner Register"ê de rapora salane ya li ser bûyerên Dîskrîmînasyonê diweşîne.
Şêwirmendiya me niha li ser asta seretayî zêdetir disekine. Şêwirmendiya me di hefteyê de du rojan pêk tê û eger pêwîst be dikare bi yek ji van pênc zimanan: Kurdî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî were pêkanîn.
Demên kar
Her Dûşem: 15:00 - 18:00
Her Pêncşem: 10:00 - 13:00
Têkilî
Tel.: 0157 392 85 358
E-Mail: register-nk@yekmal.de
Twitter: @RegisterBerlin
Instagram: @registernk
Cîh: Karl-Marx-Straße 172, 12043 Berlin-Neukölln
Komeleya Yekmalê û Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê bi xebatên xwe yên civakî yên bi dehsalan li navçeya Neuköllnê xwedî torbendiyeke baş in. Di navbera me û saziyên têkildar de, gelek hevkarî li ser mijarên cuda hene:
Yekmal an Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê endamê Lîjneya Şêwirmendiya Koçberiyê ya Neuköllnê (Migrationsbeirat) ye. Karmendê me serokê Lîjneya Şêwirmendiya Koçberiyê ye.