Griffbereit komeke lîstikê ya bi Almanî û Kurdî ye ji bo piştgiriya dêûbavan û zarokên wan ên 1 heta 3 salî. Proje ji bi hev re lîstin, stran û xebata bi pirtûkên wêneyî re, bi taybetî li ser xurtkirina zimanê malbatê û hestiyarkirina zarokan ji bo zimanê duyemîn pêk tê. Helbest û stran bi her du zimanan tên hînbûn û gotin, bi vî awayî ezmûnên hînbûnê bi ezmûnkirinek hevpar re derbas dibe. Bi awayê lîstikê ezmûnên bi her du zimanan tên vegotin. Griffbereit duzimanî ye, rêveberên komê bi Almanî û Kurdî diaxivin. Materyalên xebatê jî bi herdu zimanan berdest in.
Griffbereit bernameyek perwerdehiyê ye ku ji aliyê Komeleya Navendên Întegrasyonê ya li eyaleta Nordrhein-Westfalen ve hatiye pêşxistin. Ev bername ji aliyê Navenda Kordînasyonê ya eyaleta NRW (LaKI) ve li seranserê Almanyayê tê birêvebirin. Li Berlînê bername ji aliyê RAA Berlînê ve tê birêvebirin.
Perwerdekarê dansê (Kurdî): Hekîm Kiliç
Perwerdekara muzîkê (Almanî): Felicitas Arnold
Roj: Her Çarşem, demjimêr 16:00
Pêwendî
E-Mail: familienzentrum@yekmal.de
Tel.: 030 206 79 610
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê: Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Piştgiriya darayî
Griffbereit li Berlînê ji aliyê Rêveberiya navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê ve tê piştgirîkirin.