Cotmeh 17, 2024 | Serhêl | BEFaN-Netzwerk

Civîna Tora BEFaNê ya pêncemîn

Hevpar û hevkarên hêja yên Tora BEFaNê,

em bi germî we vedixwînin civîna xwe ya nû ku di 17ê Cotmeha 2024an de demjimêr 13:00 - 15:00 bi rêya Zoomê pêk tê.

Civîna Tora BEFaNê derfeteke baş e ji bo pevguhertina nêrînan bi kesên din re, parvekirina ezmûnan û sûdwergirtin ji pisporiya kesên din. Danûstandinek hêja li benda we ye.

Di civînê de, Kava Spartak ji komeleya Yaar e.V. dê komeleya xwe bide nasîn. Komeleya Yaar piştgiriya berfireh pêşkêşî penaberên ji Efxanistanê dike - ji Şêwirmendiya Qanûnî ya Penaberîyê û Şêwirmendiya Perwerdehiyê bigre heta hêzdarkirin û fêrkariya zimanê Almanî.

Mijarên din ên rojevê:

• Pêşhatên herî dawî yên Tora BEFaNê
• Nirxandina Roja Pisporiyê ya “Parastina Pirrengiyê û pêşvebirina pirzimaniyê bi rêya beşdarî û torbendiya di dibistanê, Zaroxane û Malbatê de”
• Mijarên din

Ji bo beşdarbûnê, ji kerema xwe berê bi rêya E-Mailê xwe qeyd bikin: befan@yekmal.de

Em ê 1-2 rojan berî civînê, lînka têketina civînê ya Zoomê ji we re bişînin.

Em bi hêviya danûstandinek kêrhatî ne bi we re!

Kordînasyona Tora BEFaNê


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser