Beratung

Şêwirmendî

Komeleya me li Berlîn, Bremen û Nordrhein-Westfalenê angebotên curbicur ên şêwirmendiyê pêşkêşî van merivan dike ku di rewşên dijwar ên jiyanê de pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. Em hewl didin alîkariya we bikin da ku mafên xwe bistînin.

Em bi awayekî pirziman û hestyar di aliyê çandî de, kar dikin. Em her tim hewl didin ku ji bo her pirsgirêkê çareseriyek guncav bibînin. Bi we re em pilansaziya gavên pêşerojê dikin. Armanca me ew e ku em bi rêya agahîdan û şêwirmendiyê hêz bidin we da ku hûn mafên xwe nas bikin û bikarin bi rewşên dijwar ên ji hêla sazî, rêveberî û qanûnê re tevbigerin. Em di mijarên civakî û malbatî de, herweha di bûyerên Dîskrîmînasyonê de piştgiriya we dikin.

Li Berlînê em wek komeleyek xweser a koçberan, Şêwirmendiya Qanûnî li gor Qanûna Xizmetên Hiqûqî ya Penaberî û mafê nîştecihbûnê pêşkêş dikin.

Angebotên me yên Şêwirmendiyê di çarçoveya beşên me yên Şêwirmendiya Yekmalê, Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal û Piştgiriya Malbatê de ne.

Angebotên me yên Şêwirmendiyê li Berlînê

Rêberên Întegrasyonê li Friedrichshain-Kreuzbergê
Rêberên Întegrasyonê li Friedrichshain-Kreuzbergê

Ji 1ê Tîrmeha 2025an pê ve, Yekmal projeya Rêberên Întegrasyonê li Friedrichshain-Kreuzbergê digre ser xwe.

Şêwirmendiya Navçandî ji bo Jinên Ducan
Şêwirmendiya Navçandî ji bo Jinên Ducan

Em agahiyên berfireh li ser mijarên têkildarî ducaniyê, jidayikbûnê, lênihêrîna tendirustî, xwarin û çarçoveyên qanûnî pêşkêş dikin.

Angebotên me yên Şêwirmendiyê li Bremenê

Angebotên me yên Şêwirmendiyê li NRW


MIJARÊN TÊKILDAR