Unser Verein

Komeleya me

Yekmal komeleyeke azad a ne-qezancxwaz e û xwe wek rêxistinek xweser a koçberan li Almanyayê dibîne. Komeleya me di qadên alîkariya ciwanan û zaroxaneya duzimanî (Almanî & Kurdî) de bi awayek fermî tê naskirin. Herweha xwediyê Akademiya Yekmalê ji bo Perwerde, Ziman û Lêkolînê ye ku bi forma qanûnî ya şirketa ne-qezancxwaz hatiye damezrandin. Yekmal di heman demê de rêveberiya Tora BEFaNê ya pirziman girtiye ser milê xwe ku ev Tor ji bo Pêşxistin û Piştgiriya Pirzimanî hatiye avakirin. Ji roja ku hatiye damezrandin, Komeleya Yekmalê ji bo Perwerde û Beşdariya Civakî herweha hevxebatiya tevî Dêûbavan bi saziyên Perwerdehiyê yên wek Zaroxane û Dibistanê re kar dike. Yek ji xebatên sereke yên me piştgirîkirina ziman û çanda Kurdî û pêşxistina pirzimaniyê ye.

» Paşxan

Yekmal di 9ê Gulana 1993an de li Berlînê hat damezrandin. Di 31 salên dîroka komeleyê de, Yekmal li Berlînê bûye parçeyek bingehîn a pêkhateyên civakî û sivîl. Destpêkê em tenê li Berlînê çalak bûn û em wek “Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Berlînê – Yekmal e.V.” dihatin naskirin. Ji ber zêdebûna daxwaz û pêwîstiyan, di sala 2020an de me destûra xwe ya hundirîn guherand û ji wê demê ve em wek “Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal” li seranserê Almanyayê kar dikin. Ji sala 2021an vir ve, em li çar eyaletên Almanyayê wekî hevkareke siyaset û hikûmetê dixebitin da ku hişmendiya giştî li ser perspektîvên koçberan bilind bikin û wan ber bi gotara civakî bînin.
Xebat û angebotên me ji Berlînê ber bi eyaletên Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz û Bremen berfireh bûne. Li hemû şaxên me, em gelek xizmetên Perwerdehî û Şêwirmendiyê pêşkêşî malbatên koçber û bi taybetî yên Kurd dikin. Rêveberiya me ya giştî ku li Berlînê ye, li seranserê Almanyayê rolek navendî dilîze.

» Mîsyon & Vîsyon

Beşdariya Dêûbavên xwedî paşxana koçberiyê û piştgirîkirina Perwerdehiya Pirziman û Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê heta îro jî yek ji armancên giring ên komeleya me ye. Em tevlîbûn, bihevrejiyana wekhev û berfireh di civakê de, hêzdarkirin û beşdariya siyasî pêş dixin. Pirzimanî, Perwerdehî û Fêrkarî herweha têkoşîn li dijî Dîskrîmînasyonê di dilê xebatên me de ne.

» Nirxên me

Yekmal li seranserê Almanyayê ji bo civakek vekirî, pirreng, piralî û berfireh kar dike. Bi profîsyonalî û pabendbûna xwe, Yekmal hewl dide ku kesên xwedî çîroka koçberî û penaberiyê û malbatên wan karibin li Almanyayê jiyanek xweser, wekhev û azad bi rê ve bibin. Xebata me bi awayekî berdewam pêvajoyên demokratîk û hevgirtina civakî di civaka Alman de xurt dike.