Yekmal Akademie

Akademiya Yekmalê

"Akademiya Yekmalê ji bo Ziman, Perwerde û Lêkolînê" (bi kurtî Akademiya Yekmalê) înstîtûyeke lêkolîn û perwerdehiyê ye ku di qada ziman û perwerdehiyê de kar dike. Gavên pêşîn ên Akademiyê di sala 2019an de wekî beşeke komeleya Yekmalê hatibû avêtin. Piştî gelek amadekarî û pêdiviyên vê qadê, Akademî di destpêka sala 2024an de bi forma qanûnî ya gGmbH ji nû ve hat avakirin. Akademî bi perspektîf û metodên transdisîplînî li ser gelek aliyên ziman û perwerdehiyê lêkolînan dike û di qadên pirzimanî, ezmûnên zimanî, amadekirina materyalan, perwerdehiya mamosta û perwerdekaran de dixebite, kursên ziman û xizmetên wergerê pêşkêş dike.

Ji aliyê naverokê, Akademiya Yekmalê:

• Lêkolînên zanistî li ser gelek aliyên pirzimanî bi taybetî li ser ziman(ên), civak(ên) û çand(ên) kurdan li Almanya û deverên din dike.
• Ezmûnên zimanê Kurdî yên bi navê TESTKURDê li gorî Çarçoveya Hevbeş a Ewropî ya Referansê ya Zimanan (CEFR) organîze dike.
• Berhemên perwerdehiyê wekî pirtûkên dersên ziman, pirtûkên zarokan û wêneferhengan amade dike û hem li ser înternetê û hem jî bi awayek çapkirî parve dike.
• Sempozyûm û semînaran li ser gelek aliyên ziman û perwerdehiyê organîze dike.
• Kursên zimanê Kurdî (kurmancî û soranî) pêşkêş dike.
• Semînar û kargehên pisporiyê ji bo pêşketina pîşeyî ya perwerdekar û mamostayan li ser mijarên cuda yên perwerdehiyê û pirzimanî de li dar dixe.
• Di projeyên lêkolînê û hevkariya zanistî de bi saziyên akademîk û lêkolîneran re hevkariyê dike.
• Bi armanca pêşxistin û pêkanîna kar û xebatên eleqedar ên zimanî, perwerdehî û çandî li ser bingeha daneyên zanistî, siyaset û saziyên dewletî agahdar dike.
• Herweha karê wergerê bi Kurdî û Almanî pêşkêş dike.

Dirûşma Akademiya Yekmalê:

“Têkiliyek rexneyî û afirîner di navbera lêkolîna zanistî û pratîkê de”

 

Ji bo agahiyên zêdetir û têkiliyê, hûn dikarin serdana malpera Akademiyê bikin:

My alt text