Rengvedana Rexneyî li ser pirtûkên zarokan û dersan

Rengvedana Rexneyî li ser pirtûkên zarokan û dersan

Em bi kêfxweşî we vedixwînin rêze-workşopek taybet ya ku ji aliyê şaxa Yekmalê ya Bremenê, bi hevkariya ligel komeleya RAA Berlin e. V. Herêma Bakur-Bakurê Rojava û Komîteya Rizgariya Navneteweyî (IRC) ya Almanyayê li dar dixe. Hevkarî ji bo Demokrasiyê li Bremenê (Partnerschaft für Demokratie Bremen) û Sendîkaya GEW Bremen piştgiriya darayî ya rêzeworkşopê dikin. Em dê kêfxweş bibin ku hûn vexwendnameyê ji kesên din ên eleqedar re bişînin. Armanca vê projeyê ew e ku workşopên bilindkirina hişmendiyê pêşkêş bike da ku rola klîşeyan, stereotip û diyardeyên dîskrîmînasyonê di materyalên perwerdehiyê de bîne berbas.

Sê workşopên proaktîf rêbazek pêkhateyî û gav bi gav ji mijarê re peyda dikin. Workşopên me ji bo gelek kesan in, di nav de rêveberiya zaroxane û dibistanan, mamosta, xebatkarên perwerdehiyê û Dêûbav. Di dawiyê de, proje hewil dide ku bigihîje hevdengiyekê li ser dîzaynek hestyartir a materyalên perwerdehiyê û jîngehek hînbûnê ya berfirehtir.

» Workşopên me

 

Workşopa yekem: Ber bi wêjeya zarokan a hestiyar li hember dîskrîmînasyonê (ji her kesî re vekirî ye)

  • Roj: Şemî, 19ê Cotmeha 2024an, demjimêr 10:00 - 16:00 (tevî navberê)
  • Cih: DGB House, Bahnhofsplatz 22-28, 28195 Bremen (Hola Tivoli, bê asteng)

Workşopa duyem: Piştgirîkirina Dadperweriya Perwerdehiyê - Xurtkirina van Dêûbav û xebatkarên perwerdehiyê ku rastî nijadperestiyê tên (ji bo BIPoC)

  • Roj: În, 01ê Mijdara 2024an, demjimêr 15:00 – 18:00 - Şemî, 2ê Mijdara 2024an, demjimêr 11:00 – 14:00
  • Cih: DGB-Haus, Bahnhofsplatz 22-28, 28195 Bremen (Tivoli Saal, barrierefrei)

Workşopa sêyem: Ka em çîrokên xwe bibêjin! (ji bo BIPoC)

  • Roj: Freitag, 15ê Mijdara 2024an, demjimêr 16:00 – 19:00 - Şemî, 16ê Mijdara 2024an, demjimêr 09:30 – 12:30
  • Cih: BeN- Bremer entwicklungspolitisches Netzwerk Am Deich 45, 28199 Bremen (barrierefrei)

» Qeyd

Ji kerema xwe heya 15ê Cotmeha 2024an xwe  qeyd  bikin. Hejmara beşdaran di her workşopekî de 20 kes in. Piştî qeydkirinê, hûn dê E-Maila pejirandinê bigrin.

Beşdariya workşopan bêpere ye. Ev xebat bi zimanê Almanî tê lidarxistin, eger pêwîst be, em bi zimanê Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî wergerên bi pistepist pêşkêş dikin. Xwarin û lênêrîna zarokan heye.

Agahiyên têkiliyê

E-Mail: buro-bremen@yekmal.de
Tel.: 0421 49938003
Handy: 0178 6608852


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR