Îlon 17, 2024 | BEFaN-Netzwerk

4. Civîna Tora BEFaNê hat lidarxistin

4. Civîna Tora BEFaNê hat lidarxistin

Roja 12ê Îlona 2024an civînek nû ya Tora BEFaNê bi awayek serhêl pêk hat. Ji bilî beşdariya hevparên Torê yên hertimî, beşdarên nû jî amade bûn. Kordînatora Torê Remziye Uykun di destpêkê de li ser geşedanên niha û xalên sereke yên Tora BEFaNê agahî da. Mijara sereke ya civînê amadekariya ji bo Roja Pisporiyê bû ku di 26ê Îlonê de bi dirûşma “Parastina Pirrengiyê û pêşvebirina pirzimaniyê bi rêya beşdarî û torbendiya di dibistanê, Zaroxane û û Malbatê de” bi awayek serhêl tê lidarxistin. Hûrgiliyên Bernameya Roja pisporiyê hat pêşkêşkirin. Xaleke din a giring rapirsiya bi dêûbavan re bû, ku daneyên sereke yên wê jî di civînê de hatin nîqaşkirin. Ev rapirsî bi awayê dîjîtal û bi 15 zimanan bi dê û bavên xwedî paşxana koçberiyê yên li Berlînê re hatiye kirin. 1.288 Dêûbav tevlî rapirsiyê bûne. Encamên wê li ser mijarên wekî şarezayiya ziman, helwêstên li hember pirzimaniyê û hebûna angebotên piştevaniya ziman ên di saziyên perwerdehiyê de, agahiyên giring dide.

Herweha di civînê de danasîna komeleya Civaka Helenî ya Berlînê ji hêla Evangelos Tsiaplis, ku di heman demê de endamê civata Tora BEFaN-ê ye jî, hat kirin. Tsiaplis behsa hewldanên civaka Helenî kir ji bo ku li Berlînê di çarçoveya xwendina dersên zimanê yekem de, zimanê Yonanî jî were zêdekirin. Tevî hewildanên berê, heya niha angebotek wisa tune ye. Ji bo vê mijarê, dê pilana civînekê di navbera Tora BEFaN û komeleyên Yonanî de bê danîn.

Di dawiya civînê de, rojên giring ên pilankirî hatin ragihandin:

10. Roja Pisporiyê ya Berlînê li ser mijara “Parastina Pirrengiyê û pêşvebirina pirzimaniyê bi rêya beşdarî û torbendiya di dibistanê, Zaroxane û û Malbatê de” di 26ê Îlona 2024an de demjimêr 9:30 – 16:30 bi awayekl serhêl tê lidarxistin.
•    Îvênta GEW li ser mijara "Pirzimanî di Perwerdehiyê de - Derfet û Zehmetî" di 19ê Îlona 2024an de demjimêr 17:00 - 19:00 tê lidarxistin.
•    Rahênana xebatkaran li ser mijara "Sîstema perwerdehiyê li Almanyayê û rêxistinên koçberan: Dêûbav û nûnerên eleqedar" bi hevkariya Tora BEFaNê di 12ê cotmeha 2024an de roja şemiyê, demjimêr 10:00 - 16:00 tê lidarxistin.

Civîna bê ya Tora BEFaNê dê di 17ê Cotmeha 2024an de demjimêr 13:00 – 15:00 were pêkanîn. Em spasiya we dikin ji bo beşadarbûn û eleqedarbûna we.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR