26 Çileya Paşîn 2024 | Essen

Li ser mijara „Jîriya çêkirî“ li Essenê semînarek hat pêşkêşkirin

Li ser mijara „Jîriya çêkirî“ li Essenê semînarek hat pêşkêşkirin

 

Şaxa Yekmalê ya Essenê roja 25ê Çileyê derbarê “Jîriya çêkirî di jiyana rojane de” semînarek balkêş organîze kir. Axaftvanê semînarê Îbrahîm Kalkan têgihîştinek da me ku bi rastî Jîriya çêkirî çi ye, ew çawa dixebite û çiqas pêwendiya me di jiyana rojane de pê re hene, bêyî ku em pê bizanibin. Piştî wergirtina agahiyên sereke, beşdaran bi xwe jî “Chat GPT” ceribandin.

Dê balkêş be ku em bizanibin di pêşerojê de bikaranîna armanckirî ya pergalên Jîriya çêkirî (mînak di pîşesaziyê de an dermanê de) çiqas gengaz e.

Tevî ku li ser vê mijarê hîn jî gelek pirsên vekirî hene ku divê werin bersivdayîn, lê em tenê dikarin pêşniyaz bikin ku her kes lê binêrin.
Em spasiya Îbrahîm Kalkan dikin ji bo vê semînara pir balkêş!

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR