06 Adar 2024 | Rojên Çanda Kurdî

Bernameya Rojên Çanda Kurdî – 2024

Bernameya Rojên Çanda Kurdî – 2024

 

Em wek Yekmal kêfxweş in ku bernameya îsal a Rojên Çanda Kurdî bi we re parve dikin. Ji sala 2017’an vir ve her sal komeleya me bernameya Rojên Çanda Kurdî li Almanyayê li dar dixe. Armanc ewe ku em çanda Kurdî bidin nasîn.

Ev rêzeçalakî di 21’ê Adarê de ku demekî pir taybet e ji bo kurdan, dest pê dike. Kurd li Kurdistanê, destpêka biharê weke sersala xwe pîroz dikin. Di wê rojê de salek nû dest pê dike û xweza jî dest bi jiyanek nû dike. Ji bo kurdan Newroz sembola azadî û rizgarbûn ji bindestiyê ye.

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de, îsal gelek îvêntên weke pêşangeh, gotûbêj, kargeh û xebatên din li Berlîn, Essen, Bielefeld û Herfordê tên lidarxistin. Çalakiya herî navendî jî, Şahiya Newrozê ya zarokan û malbatan e.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR