Bi boneya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan koma me ya jinan li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê kom bûn û kargehek ji bo pevguhertina ramanan û nîqaşkirina mafên jinan pêk anîn.
Di diyalogeke vekirî de, jinan tecrubeyên xwe yên ji Kurdistanê û Almanyayê bi hev re parvekirin. Jinan diyar kirin ku çawa gelek caran ji derfetên perwerdehiyê an azadiya biryardayina jiyana xwe bêpar mane.
Me bi hev re behsa van rêyan kirin ku pozîsyona jinan bihêztir dikin. Çîrokên teşwîq ên serkeftina kesane hatin parve kirin – ji rêyên perwerdehiyê bigire heya xwebirêvebirina di jiyana rojane û di kar de.