25 Adar 2024 | Serhêl | Tora BEFaNê

Nîqaşa serhêl a “Ziman, Dîskrîmînasyon û Pêşeroja Zimanên ku di Metirsiyê de ne” hat lidarxistin

 

Di çarçoveya hefteya navneteweyî ya tekoşîna li dijî nijadperestiyê de, Tora BEFaNê bi hevkariya Koordînasyon û Ofîsa Pispor a Hevkarî ji bo Demokrasiyê li Kreuzbergê, roja 14ê Adara 2024an nîqaşeke serhêl derbarê “Ziman, Dîskrîmînasyon û Pêşeroja Zimanên ku di Metirsiyê de ne” pêk anî. Nîqaş pir balkêş bû. Koma beşdaran pirreng bû, em spasiya wan dikin ji bo beşdariyê.
Di nîqaşê de ev panêlîst hebûn:

  • Mandana Seyfeddinipur, Zimannas û rêvebera Bernameya Belgekirina Zimanên di Metirsiyê de ne û Arşîva Zimanên di Metirsiyê de ne
  • Yaşar Kırgız, Pisporê Zanista Zimannasiyê, Yekmal e.V.
  • Rachel Nangally, ji komeleya Sources D’Espoir e.V.

Nîqaş ji aliyê Merih Ergün, rêveberê beşa Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal ya Yekmalê hat birêvebirin.
Em spasiya hemû mêvanên panêlîst dikin ji bo beşdariya wan a giring. Di nîqaşa serhêl de pirsên jêrîn hatin gotûbêj kirin:

  • Ziman bandorek çawa li nasnameya çandî ya civakan dike? Çima parastin û pêşvebirina zimanên bêdewlet û di bin metirsiyê de giring e?
  • Heta kîjan astê li hember zimanên bêdewlet û yên di bin metirsiyê de cudahî û biçûkxistin tê kirin? Çiqas bandora vê yekê li ser kesên ku bandor bûne, heye?
  • Ji bo parastin û pêşvebirina zimanên bêdewlet û yên di bin metirsiyê de, divê çi tedbîr bên girtin?

Li seranserê cîhanê derdora 7000 ziman hene, lê gelek ji wan li ber wendabûnê ne. Ziman ne wek hev in! Zimanên xwedî îmtiyaz hene, yên ku di bin gefa wendabûnê de ne, zimanên ku tên dîskrîmînekirin û herweha zimanên ku nayên dîtin jî hene. Di nav wan de Kurdî, zimanên Afrîkayê, Romanî û gelek zimanên din hene. Her yek ji wan zimanek bi serê xwe ye û nirxên çandî û nasnameyên civakî nîşan dide. Pêşxistina pirzimanî bi awayekî sazûmanî armancek giring a Tora BEFaNê ye û bi awayekî çalak pê ve girêdayî ye. Lê ev pêvajo hêdî dimeşe û rastî gelek astengiyên wekî: Pêkanîna pîvanên fermî (mînak hejmara herî kêm a zarokan), kêmbûna mamostayan û nebûna pabendbûna gelek rêveberên dibistanan. Ji ber vê yekê avakirina rewşekê ji bo parastin û pêşvebirina zimanên bêdewlet û yên di bin metirsiyê de ne, giringiyek zêdetir peyda dike. Aliyek din a giring piştgiriya dêûbavan e. Divê dêûbav bi zanabûn piştgiriya zarokên xwe bikin da ku zimanê xwe yê zikmakî biparêzin û vê pêdiviyê ji dibistanan re jî ragihînin. Di nîqaşê de bi zelalî hat dîtin ku parastina cihêrengiya zimanî ji bo tevahiya civakê erkek e.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR