Workşopa Şîborî bi kolektîva me ya dirûtinê re pêk hat
Foto: Maryna Markova
Di 4ê Cotmeha 2024an de komeleya me bi jinên kolektîva xwe ya dirûtinê û zarokên wan re, li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê workşopa Şîborî li dar xist.
Şîborî teknîkeke boyaxkirinê ya kevneşopiya Japonî ye. Di vê teknîkê de qumaş tê girêdan û pêçandin, piştre bi awayek afirînerî tê rengkirin. Di encam de nexşên bêhempa yên hunerî diafirin.
Workşop di çarçoveya bernameya „Kaleidoskop – Zivilgesellschaft in Bewegung“ de bi hevkariya komeleya Koopkulturê hat lidarxistin. Herweha piştgiriya darayî ji aliyê Rêveberiya Senata Berlînê ya ji bo Kar, Sosiyal, Wekhevî, Întergrasyon, Pirrengî û Dij-Dîskrîmînasyonê ve hat kirin.
Newroz ji bo me kurdan ne tenê cejna sersala Kurdî û hatina biharê ye, lê di heman demê de sembola berxwedan û têkoşîna ji bo azadî, serxwebûn, nasname û mafên gelê Kurdistanê ye.
Ew tekoşerekî mezin ê doza azadiya gelê Kurd e, bi salan ji bo azadî û mafên kurdan xebat kir û kedek mezin da.
Em çerezan bikar tînin da ku serdanên malpera xwe bişopînin, em tu hûrguliyên kesane hilînin. Bi mayîna li ser malperê hûn razîbûna xwe bi polîtîkaya meya cookie-yê digirin.