Tora Kurdî di 13ê Adara 2024an de 21. civîna xwe bi serkeftî li dar xist. Di civînê de damezrîner û serokê Navenda Agahdariya Nijadperestiya Dij-Kurd (IAKR) Civan Akbulut pêşkêşiyek giring pêşkêş kir.
Akbulut bi berfirehî li ser aliyên cûrbicûr yên nijadperestiya li dijî Kurdan axivî û rewşa dijwar a jiyana kurdan nirxand. Civaka Kurd ji salên 1960’an vir ve li Almanyayê dijî û niha nîfşa sêyemîn û çaremîn a kurdan li vir heye, lê her roj rastî heman dîskrîmînasyon û nijadperestiyê tê ku li welatê xwe rastî wê tê.
ÎAKR’ê ragihand ku ew ê li ser vê mijarê bisekinin, hişyariyê bidin û agahiyan parve bikin. Herweha banga tevlîbûn û hevkariyê kir di vê erka hevpar de. Civîna Tora Kurdî û rojeva wê rastî eleqeyeke mezin hat û derdora 28 kesên Kurd û ne Kurd beşdar bûn.