Îro li Berlînê bi Cîgira Serokê Koma Partiya Kesk li Perlemana Berlînê û Berdevka Politîkayên Ciwanan û Perwerdehiya Pîşeyî Klara Schedlich re hevdîtinek pêk hat.
Di hevdîtinê de rêvebera Yekmalê Günay Darici, ji Sprach-Kita ya Yekmalê Dr. Yaşar Kirgiz, kordînatora Tora BEFaNê Remziye Uykun û endamê Tora BEFaNê Willi Stotzka û endama tîma Klara Schedlich Felicitas Stelzer amade bûn.
Di çarçoveya hevdîtinê de Komeleya Yekmalê û Tora BEFaNê xebatên xwe pêşkêş kirin. Herweha geşedanên di pêşvebirina hînkirina zimanê dayikê de hatin gotûbêjkirin û li ser zimanên bêdewlet û bi taybetî jî zimanê kurdî axaftin hatin kirin.
Zimanê Kurdî berê li 5 dibistanên Berlînê di çarçoveya bernameya hînkirina zimanê yekem de dihat dayîn, lê niha tenê li du dibistanan ev yek pêk tê. Pêşvebirina dersên kurdî ji ber bêdewletbûna ziman, rastî zehmetiyên zêde tê. Pirsgirêkeke din jî dîskrîmînasyona li hember zarokên kurdîaxêv e ku beşdarî dersên zimanê dayikê dibin. Ev yek jî astengî çê dike li pêşiya naskirina Kurdî wek zimanê yekem (dayikê). Ji aliyê siyasetmedar û dibistanan ve pêwîstî bi xebatên lezgîn heye.
Dibistan weke saziyeke perwerdehiyê divê bi awayekî çalak li dijî dîskrîmînasyonê têbikoşe û tedbîrên pêwîst bigire.
Yekmal xwedî zanîna pispor e û dikare bigihîje civaka Kurd. Komeleya me bi awayekî çalak ji bo pêşvebirina pirzimaniyê û li dijî nijadperestiya li hember Kurdan têdikoşe û ji hevkariya bi saziyên perwerdehiyê û rêveberiya perwerdehiyê re vekirî ye.
Em spasiya Klara Schedlich dikin ji bo seredana wê û hevdîtina wê ya berhemdar!