Pifkirina sabûnê, Makyaja zarokan, qesra lîstikan, tîravêjî, çêkirina bazinê, xwarina zebeş, vexwarina qehwe û hê bêtir – beşek bûn ji şahiya qada lîstikê ku roja 18ê Tebaxê ji aliyê şaxa me ya Yekmalê li Essenê pêk hat.
Spasiyek mezin ji bo hevkarên me, Komeleya Parastina Zarokan, CSE û Servisa serdanê ya pitikan ku şahî bi bîrokeyên hêja û dilgermî zengîn kirin.
Em kêfxweş bûn ku bi we re kar bikin. rêberên koma lîstikan û dilxwazên me jî destek dan û li ser maseya agahdariya me bi malbatan re gelek sohbetên xweş kirin.
Spas ji we yên hêja re! Û ji ber ku Stadtgarten ji bo pîrozbahiyên cur bi cur cîhek pir girîng e, bê guman em ê sala bê dîsa werin vir.