Kursa serkeftî ya bi navê „Migrantinnen einfach stark im Alltag (MiA)“ ku ji aliyê BAMFê ve tê fînansekirin, dikeve dewreke nû.
Bi serkêşiya mamostaya me ya hêja Monira Wali, ji 11ê Îlonê û vir ve li VielRespektZentrum her hefte derdora 15 jin di atmosferek rihet de fêrî Almanî dibin.
Di kursê de jinên koçber peyvên girîng ji bo jiyana rojane fêr dibin û li bajarê Essenê bi hev re digerin. Ew bi hev re serdana navendên têkilî û şêwirdariyê yên cihêreng dikin. Gelek jin bi taybetî ji civakê û atmosfera hînbûna bê tirs sûd werdigirin.
Kursên MiA bi awayekî berdewam li şaxên din ên Yekmalê jî pêk tên.