Di 27ê Nîsana 2024an de, li Kornmarkt a bajarê Bad Kreuznachê ji hêla rêveberiya bajarokê çalakiyek hat organîzekirin. Bala çalakiya ku li qada vekirî hat lidarxistin, domdarî, parastina jîngehê û nêzîkbûna bi xwezayê re bûn.
Navenda Quartierzentrum a bajarokê Bad Kreuznachê ji bo beşdarîkirina vê çalakiyê her du komên Tembûr û Govendê yên Yekmalê vexwendibûn.
Zarokên her du projeyên me hunerên ku heta niha hîn bûne bi coş, heyecan û biryardarî pêşkêş kirin. Dema ku koma Tembûrê stranên kurdî pêşkêş dikirin, zarokên koma Govendê jî govendên kurdî digerandin. Performansa her du koman ji aliyê temaşevanan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Bi taybetî performansa zarokên herî biçûk di her du koman de bala beşdaran kişand.
Her di çarçoveya vê çalakiyê de, dê û bavên zarokên her du komên me li standa Yekmalê ku ji aliyê hevkara me berpirsyarê xebatên Yekmalê li Bad Kreuznachê Leyla Kara ve hatibû kordînekirin, hin taybetmendiyên kurdî pêşkêş kirin.
Em spasiya navenda Quartierzentrum a Bad Kreuznachê dikin ji bo vexwendin û hevkariya wan a mezin. Herweha em spasiya hevkara xwe Leyla Kara û tîma wê ya mezin dikin ji bo pêşkêşkirina serketî ya komeleya me. Spasiyek taybet ji rêveberên projeya me ya koma Govendê Güldane Karakuyu û Döne Yildiz û rêveberên projeya koma me ya Tembûrê Sinan Aslan û Huseyin Kara re ku bi zarok û ciwanên me re serkeftinên mezin bi dest xistine. Herweha em spasiya zarok û ciwanên xwe dikin ji bo kelecanî, beşdarbûna wan û performansa wan a mezin.
Em bi hêviya gelek performansên din yên serkeftî ne.