Piştî bêhnvedana havînê ya dirêj, taştêya dêûbavên me dîsa li navenda Begegnungszentrum ya Weberplatzê li Essenê dest pê kir.
Taştêya dêûbavan ya heftane ji bo vê ye da ku dê û bavên civaka me bi hev re tevbigerin û li ser angebotên li navçeyê agahdarî bigrin. Taştêya bêpere ya tendirust, ku ji aliyê Dîleka me ve tê amadekirin, bernameya me temam dike.
Di Taştêya mehane ya “Elternfrühstück Plus ” de saziyeke bajarê jî beşdar dibe û li ser mijarekê pêşkêşiyên xwe dike. Projeya “PeViB” di 8-ê Îlonê de dest pê kir ku ji bo malbatan perwerdehîya kesane pêşkêş dike.