Rêvebira komeleya me Günay Darici, roja Înê 20ê Cotmehê li Rotes Rathaus a Berlînê, li ser navê Yekmalê tevlî îvênta Hevbendiya ji bo Wêrekî û Têgihîştinê bû ku 30. Salvegera pabendbûna xwe ya li dijî nijadperestî û tundîyê pîroz kir. Di îvêntê de projeyên mezin û mirovên ji ber xebatên xwe yên girîng hatin xelat kirin.
Em gelek spas dikin ji bo vexwendinê û peyamên girîng ên ji bo pêşxistina hevgirtinê di civaka me ya cihêreng de.