Koma me ya Erbaneyê “Koma Yekmal” di 21ê Cotmehê de vexwendina ji aliyê Caritas-SkF-Essen (CSE) bi kêfxweşî qebûl kir û li cihê hevdîtinê yê Başûr (Treffpunkt Süd) performansa xwe pêşkeş kir. Di çarçoveya “Komma Feiern” de koma me bi stranbêj Servet re çend klasîkên kurdî pêşkêş kirin.
Koma Yekmalê ya Erbaneyê ku niha li ser bingeheke dilxwazî tê birêvebirin, her hefte carekê li VielRespektZentrumê dicive. Dilxwazên din ên muzîkê jî bila kerem bikin û bi xêr hatin.