Şaxa me ya Yekmalê li Essenê bi hevkariya WerkStadt/Pact Zollverein di 21ê Cotmehê de bi beşdarîya du nivîskarên pirtûkên aşpêjîyê Zelal Aydin-Çelîk û Sedat Çelîk kargeha “Aşpêjîya Kurdî” vekir.
Komek cihêreng ji beşdaran Piştînîvroyek xweş bi hev re derbas kirin. Di dawiyê de tevî muzîka Ferhad Emen û Savas Karinca ya li ser sifreya dirêj, beşdaran bi hev re xwarinên xweş xwarin.