Vê dawiyê li Almanyayê vegerandina penaberên ji Îraqê yên ku mafê penaberîya wan hatiye redkirin, di rojevê de ye. Niha tirsek zêde di nava penaberan de çê bûye. Hejmarek zêde ji van penaberan Kurd in bi taybet jî Êzidî.
Xeleka nû ya podcasta Yekmalê li ser vê mijarê ye. Shaswar Mame pirsan dike û Fehmî Katar berpirsyarê beşa Şêwirmendîyê ya Yekmalê bersiv dide.
Katar behsa rastîyên vê rewşê û hûrgilîyên wê dike, di heman demê de rêyên qanûnî nîşanî penaberan dide ji bo ku bikaribin mafê penaberiyê an rûniştinê li Almanyayê bigrin.
Hûn dikarin li ser platforma Spotify guhdariya tevahiya Podcastê bikin. Lînk li jêr e: