Şaxa Bielefeldê ya Yekmalê mehane di roja Çarşemê de li IZB’ê bi alîkariya xwebexşan Taştêya Navneteweyî ya Jinan amade dike.
Di 15ê Mijdara 2023an de, di çarçoveya taştê de perwerdekara jêhatî ya ji komeleya „Zentrum Pempus Bielefeld e. V.“ê Dîlek Dogan-Alagöz bi beşdariya 15 kesan dersek pêşkeş kir.
Mijara “Trawma” di atmosferek aram de hate nîqaşkirin. Pirsa ma em bandor dibin, û heke em bandor dibin, çi vebijarkên piştgiriyê hene? ket rojevê.
Gotûbêj tevî wergerên Kurdî û Erebî pêk hat. Eleqeya beşdaran ew qas mezin bû ku em berdewamiya wê ya di sala bê de, dinirxînin.