13 Gulan 2024 | Mainz

Yekmalê li Bîngenê xwe da nasîn

Yekmalê li Bîngenê xwe da nasîn

 

Projeyên me yên Yekmalê ên li bajarê Bîngenê ku hevkara me Gönül Özdemir pêşengiya wan dike, roja 8ê Gulanê di festîvaleke rengîn a lokalî de cih girt.

Festîval ku di çarçoveya Roja Seranserî ya Fonên Geşepêdana Bajaran de pêk hat, ji aliyê komeleyên herêmî bi hevkariya rêveberiya navçeyan hat organîzekirin.

Armanca festîvalê ew bû ku komeleyên bajarê Bîngenê xwe bi hev bidin nasîn û li ser fikrên projeyên mumkin, nû û îhtîmala xebatên hevpar danûstandineke avakar bikin.

Projeya wênesazî û hunerê ya ku ji meha Nîsana sala borî û vir ve li Bîngenê bi 40 xwendekaran re tê meşandin, karîbû di nav gelek komeleyan de ku ji bo zarok û ciwanan xwedî îmkanên mezin ên tevlîbûnê ne, cih bigire.

serdankerên standê dikarin ji pênc fîgurên cuda yên seramîk yekê hilbijêrin û bi awayek hunerî bixemilînin. Ji zarok û ciwan, di heman demê de dê û bavên wan jî re, derfet çê bû ku bişkokên bi mezinahiyên cihêreng çê bikin. Wan berê bi zimanê xwe yê zikmakî bi têgînên watedar û hêja li ser axivîbûn.

Sekretera Dewletê ya Wezareta Karên Hundir û Sporê ya Eyaleta Rheinland-Pfalz Simone Schneider jî serdana standa me ya Yekmalê kir û bi hevkarên me re li ser projeyên Yekmalê axivî. Ev axaftin pir balkêş û çêker bû.

Çend dê û bavên ji neteweyên cuda pirsîn ka gelo zarokên wan jî dikarin beşdarî projeyên din ên Yekmalê bibin. Eleqeya ku dê û bav û zarokên wan nîşan didin, careke din giringiya xebatên Yekmalê nîşan da.

Festîval bi muzîka xweş, danûstandineke baş, atmosfereke xweş û xwarinên navneteweyî yên xweş derbas bû.
Em ji bo vexwendnameyê spasiya rêveberiya navçeyê ya bajarê Bîngenê dikin. Herweha Em spasiya rêveberên projeya xwe Gönül Özdemir û Olimpia Ignat, û tîma wan a herêmî dikin ji bo xebata wan a mezin. Em spasiya zarokên projeya xwe dikin ku bi baldarî pêşwaziya mêvanên standê kirin.

Em bi hêviya gelek xebatên din ên wisa ne.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR