Roja Şemiya borî (18.11.2023) di çarçoveya projeya “STAP vorwärts” de duyemîn taştêya hêzdarkirinê li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê pêk hat. Ev xebata mehane bi taybetî ji dêûbavên koçber re ye da ku beşdariya wan di hêlîn û dibistanan de xurt bike. Di heman demê de, zarok dikarin beşdarî hin çalakiyên afirîner bibin ku tê de pêşxistina zimanê Kurdî jî heye.
Di vê taştê de derûnnas û rêvebera pevçûnan Tamara Uh-Tückardt serdana me kir û li ser mijara “Peywendî; ji xwe û ji yên din fêmkirin, Bi hev re bipeyivin – bêyî şaşfamkirinê. Di rewşên danûstandina dijwar de jî di têkiliyê de bimînin”. Gelek dêûbavan bal kişandin ser girîngiya hîskirina xwebaweriyê di peywendiyê de, ne hîskirina bê ewlehiyê, amadebûn ji rewşên danûstandinê û fikrîna stratejiyan. Herweha şêwazên cuda yên peywendiyê û derfet û metirsiyên wan hatin nîqaşkirin.
Di bernameyê de ji bo zarokan kargeha dîlanê ya bi Kurmancî hat vekirin û pişt re jî zarokan berê xwe dan xêzkirin û axaftinên bi zimanê Kurdî. Bîroke ew bû ku ne tenê dêûbav, lê di heman demê de zarokên wan jî xwe hêzdar bikin û jêhatîbûnên xwe vebînin.
Projeya “STaP vorwärts” ji aliyê Wezareta Kar, Karûbarên Civakî, Wekheviya Zayendî, Entegrasyon, Pirrengî û Dij-Dîskrîmînasyonê di çarçoveya bernameya beşdarî û Entegrasyonê tê fînansekirin.