Civîna dawiya salê ya Tora BEFaNê piştî çar salan bi awayek rû bi rû di atmosferek xweş de li Navenda Malbatan a Rengînê ya girêdayî Yekmalê pêk hat. Nûnerên gelek komeleyên endam û hevparên Torê hatin ba hev da ku bi hev re sala borî ya xebatê binirxînin û li sala 2025an binêrin.
Di destpêkê de Remziye Uykun rêkxera Tora BEFaNê nirxandinek berfireh li ser dozdeh mehên borî kir û derbarê çalakiyên pilankirî agahî da. Piştre rapirsiyek serhêl hat lidarxistin. Vê rapirsiyê derfet da beşdaran ku ezmûn û pêşniyazên xwe ji bo hevkariya di Torê de parve bikin.
Em kêfxweş bûn bi beşdarbûna birêz Mark Hamprecht ji Rêveberiya Senata Berlînê ya ji bo Perwerdehî, Ciwanan û Malbatê û birêz Christine Grote ji Beşa Kar, Sosiyal û Dij-Cudakarîyê ya Ofîsa Beşdarî, Întegrasyon û Koçberîyê ya girêdayî Senatê. Ew bi amadebûna xwe bal kişandin ser girîngiya xebata me.
Danûstandina paşîn derfetek baş bû ji bo gotûbêj û têkiliyên nû. Atmosfera erênî û nîqaşên kêrhatî diyar kirin ku îvêntên rû bi rû çiqas giring in.
Em gelek spasiya hemû beşdaran dikin ji bo vê êvara xweş. Herweha em spasiya komeleya endam Kiezanker e.V. dikin ji bo bufeya xweş ku bi hezkirin amade kiribûn û îvênta me xweştir kirin.