Di 1ê Berfanbara 2023 de, konferanseke taybet bi rêxistinên koçberan li Şaredariya Bielefeldê pêk hat. Konferans ji aliyê Encumena Entegrasyonê li navçeyan hat organîzekirin û şaxa me ya Yekmalê li Bielefeldê jî beşdar bû.
Krîzên heyî bandorê li me hemûyan dikin, nemaze rêxistinên koçberan (MSO). Ji ber ku em ji bo gelek kesan xala sereke ya têkiliyê ne.
Di konferansê de me firsend dît ku em bi gelek komele û rêxistinan re fikrên xwe pev biguherînin û rêyên nû yên xwe birêxistinkirina koçberan bibînin.