Di çarçoveya konsepta komeleya Quartier Radewig e.V. ya bi navê “1001 Şev – Krîsmesa Çandan” ku ji aliyê bajarê Herfordê ve tê piştgirîkirin, em wek komeleya Yekmalê roja yekşema borî beşdarî bazara Kirîsmesê ya Herfordê bûn.
Holika me di navbera demjimêr 16:00 û 19:00 de vekiri bû. Derfet ji me re çê bû ku em Yekmalê bidin nasîn, cil û bergên Kurdî, xwarinên Kurdî û muzîka Kurdî ya bi amûra Defê pêşkêş bikin.
Herweha me balavokên li ser çalakiyên Yekmalê û agahiyên li ser dersên Kurdî yên li dibistanan parve kirin.
Tevî ku atmosfer sar bû, lê bi eleqeya xelkê û çalakiyên çandî em kêfxweş bûn. Em gelek spasiya komeleya Quartier Radewig e.V., bajarê Herfordê û hevkarên xwe yên Yekmal Bielefeldê dikin ji bo piştgiriya wan.