12 Çileya Pêşîn 2023 | Herford

“Niha ez diaxivim – Têkilî êdî hêsan e”

Roja Yekşemê 10ê Berfanbarê, kargeha me ya “Niha ez diaxivim – Têkilî êdî hêsan e” li Lutherhaus a Herfordê pêk hat.

Ev kargeh ku 4 demjimêran berdewam kir, ji bo agahdarkirina jinan bû li ser mijara ku civakîbûn û jîngeh dikare zimanê wan asteng bike. Gelek caran jinên ciwan ji civakê dibihîzin ku “divê keçik baş û bêdeng bin.” Naskirina van astengiyan û vegotina pêdiviyên xwe ji bo îfadekirina daxwazên xwe pêwîst e. Herweha pêwîste meriv fêr bibe ka çawa peyva “Na” bi zelalî bibêje.

Helbet kargeheke çar demjimêrî ji bo derbaskirina tiştên ku meriv bi dehsalan fêr bûye, têrê nake. Lê ew dikare mirovan teşwîq bike ji bo ku baştir û bi zanebûn têkiliyan bi rêve bibin.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR