Êvara 21ê Berfanbarê xebatkar û hevkarên Yekmalê li Berlînê şahiya Şeva Yeldayê li dar xistin. Di bernameyeke têr û tijî de ku bi pirrengiya civaka Kurdistanê dagirtî bû, hevkarên me Şeva herî dirêj a salê, Krîsmes û 30 saliya Yekmalê bi hev re pîroz kirin. Bi hev re axaftin, Xwarin, vexwarin, xwendina helbestan, stran, muzîk û govenda Kurdî ji me re bûn bîreweriyên xweş ên kêliyên dawiya salê.
Di salona bi ronahiya mûman de, xebatkarên me maseyek amade kiribûn ku bi rengên kurdewarî û kevneşopiya kurdan hatibû xemilandin. Li ser maseyê tevî çerez û şêrnahî, fêkîyên hinar, tirî, zebeş, lalengî, sêv û mûz hebûn. Herweha pirtûkên helbestvanên navdar ên Kurdistanê Nalî, Ehmedê Xanî û Hêmin Murkiryanî bi heybet li ser maseyê hatibûn danîn. Ev jî beşeke ji kevneşopiya Şeva Yeldayê.
Destpêkê rêvebera giştî ya komeleya me Günay Darici û cêgira wê Cornelia Rasulis gotara bixêrhatinê pêşkeş kirin û hêviya bêhinvedanek xweş ji xebatkar û hevkarên Yekmalê re kirin di betlaneya Krîsmes û sersalê de.
Rêveberê medyaya Yekmalê Shaswar Mame li ser felsefeya Şeva Yeldayê û çanda Şeva Yeldayê li Kurdistanê agahî dan. Herweha Lerzan Jandîl behsa Cejna Gaxanê kir li cem kurdên Elewî ku ew jî di vê mehê de tê pîrozkirin. Wefa Budaxî bi performansa Defê, Ajo Emîn û Dîren Taş bi stran û mûzîkê, Çirîke Horamî û Ozgur Işik bi stranên xwe beşdarên civatê kêfxweş kirin.
Wêjeya Kurdî jî cîhek girîng di bernameyê de girt. Celal Emîn û Alan Dilpak bi xwendina helbestên Kurmancî, Azad Bahin (Hêmin) bi xwendina helbestên Soranî û Kawe Fatihî bi xwendina helbestên Kelhûrî atmosferek taybet afirandin.
Piştre jî Kova Bavan a Yekmalê çend cureyên dîlanê yên herêma Efrînê pêşkeş kirin. Di dawiya bernameyê de jî hevkarên me heya derengiya şevê bi hev re govendên herêmên cuda yên Kurdistanê kirin.
Em ji we re jî hêviya derbaskirina wextên xweş dikin di betlaneya Kirîsmes û sersalê.