Di 1ê Berfanbarê de, hevkarên Navenda Perwerdehiyê ya Grone bi mijara “Rêyên perwerdehiya pîşeyî” bûn mêvanên Taştêya me ya Dêûbavan „Elternfrühstück Plus“ li Essenê.
Bi taybetî bal kişandin ser pirsa ku dêûbav çawa dikarin piştgiriyê bidin zarokên xwe di dema derbasbûn ji dibistanê bo perwerdehiya pîşeyî de.
Di dawiya vê mehê de, “Taştêya Dêûbavan” a ku angeboteke me ya hêzdarkirinê bû li Begegnungszentrum a Weberplatzê, bi dawî dibe.
Ji bihara 2022an vir ve, çend sed kes beşdarî vê çalakiya heftane bûne. Armanca vê xebatê torbendî, danûstendin û danasîna saziyên curbicur ên Essenê û xebatên şêwirmendiyê bû.
Em bi taybetî spasiya mamostaya xwe Dîlek dikin ku ji destpêkê ve bi dilgermiya xwe ev proje xist meryetê. Ji bo sala bê, em niha li ser şêwazeke din a vê xebatê gotûbêj dikin.