Şaxa me ya Yekmalê li Essenê bi pêşengiya Leyla û Îna îsal karîbû li navenda Begegnungszentrum a Weberplatzê ji bo dê û bav û zarokên heta 3 salî, angeboteke perwerdehiya dêûbavan bi Kurdî-Almanî pêşkêş bike.
Zarok bi stran, lîstin û karê destan bi hev re hatin teşwîqkirin da ku bi zimanê xwe yê zikmakî Kurdî û herweha Almanî biaxivin. Dayikên ciwan karîbûn bi hevdu re tevbigerin û ji bo jiyana xwe ya rojane bi pitik û zarokên xwe yên biçûk re, agahiyên balkêş werbigrin.
Em kêfxweş in ku em dikarin di sala 2024-an de bi saya piştgiriyên nû yên darayî ji Saziya Ciwanan a Essenê (Jugendamt) vê xebatê bidomînin.