Li 21ê Sibatê ya sala 2025, em roja zimanê dayikê ya navneteweyî bi sempozyûmeke pîroz dikin. Di vê roja taybet de lêkolîner, rêveber û berpirsiyarên komeleyên civakî yên ji miletên cuda, dêûbav û her wiha kesên parezvaniya pirzimaniyê dikin tên cem hev, li ser pirzimaniyê, bi taybetî jî di nav malbatan de, nîqaş dikin, bi mijar û geşedanên nû re eleqedar dibin û danûstandinê dikin.
Dê sempozyûma me ya bi navê “Pirzimanî di Malbatê de” de bibe platformeke danûpêdanê di derbarê rola girîngiya malbatê di parastin û pêşvebirina pirzimaniyê di nav nifşan de. Di nav sempozyûmê de, em ê hem li ser derfet û modelên heyî yên pirzimaniyê di nav malbatan de û di nav sazî û dezgehên perwerdehiyê yên mîna pêşdibistan û dibistanan de biaxivin, hem jî zehmetiyên li pêş malbatan de, daxwaz û bendewariyên wan ên ji bo pêşeroja zimanî yên zarokên xwe nîqaş bikin, û her wiha behsa girîngiya rola saziyên civakî di vê mijarê de bikin.
Sempozyûm ji du beşan pêk tê
Danûpêdana zanistî: Bi beşdariya zanyar û pisporên di qada pirzimanî û perwerdehiya zimanî yên perspektîf û nêrînên cuda tînin pirzimaniya li Almanyayê, em ê aliyên cuda yên mijarê ji bo malbatan, di nav sazî û dezgehên perwerdehiyê de û di nav civakê de binirxînin.
Panel: Dê berpirsiyar û rêveberên saziyên civakî, lêkolîner û pisporên perwerdehiyê li ser rewşên cuda yên malbatên pirziman pê re mijûl dibûn, çavkanî û çareseriyên heyî û her wiha zehmetî û perspektîfên ji bo pêşerojê nîqaş bikin. Her wiha, dê Akademiya Yekmalê hinek encam û daneyên lêkolîna xwe ya dawî, bu hi hevkriya BEFaNê hatibû pêkanîn, ya li ser pratîkên pirzimaniyê di nav malbatê de, di pêşdibistan û dibistanan de, pêşkêş bike û hewl bide ku rewşa pirrengiya zimanî di qadên cuda yên perwerdehiya pêşdibistanî û dibistanî de binirxîne.
Pîrozbahiya Damezirandina Akademiya Yekmalê
Piştî sempozyûmê, em ê çalakiyekê pîrozbahiyê ji bo damezirandina Akademiya Yekmalê wek saziyeke xweyî statûyeke nû wek gGmbH li dar bixin. Ev guherîna ji beşekê di nav Yekmalê de ber bi dezgehekê nû ya xweyî statûyeke fermî ya Akademiya Yekmalê qadeke nû ya pêşveçûnê nîşan dide ji bo piştgiriya mamoste, perwerdekar û dêûbavên parezvaniya pirzimaniyê dikin, pirzimaniya di nav perwerdehiyê de pêş ve dibin û her wiha pêşveçûna zimanê kurdî li Almanyayê.
Dem: 21.02.2025
Cih: Leibniz-Zentrum Allgemeine Sprachwissenschaft
Eberhard-Lämmert-Saal
Meierottostr. 8, 10719 Berlin-Wilmersdorf
Serlêdan ji bo beşdariyê: https://eveeno.com/fachtagung_2025
Rêveberên sempozyûmê: Akademiya Yekmalê û Yekmal e. V.
Hevkarên sempozyûmê:
Leibniz-Zentrum Allgemeine Sprachwissenschaft (ZAS)
Berliner Interdisziplinärer Verbund für Mehrsprachigkeit (BIVEM)
The Endangered Languages Archive (ELAR)/Berlin-Brandenburgischen Akademie der Wissenschaften (BBAW)
BEFaN (Bildung-Eltern-Familie-Nachbarschaft)-Netzwerk
Bername: