Tîma me ya Yekmal Essenê li gel lîstikvanên TuS Helene û çend malbatên Kurd roja yekşemê serkeftina klûba TuS Helene ji bo Kreisliga A pîroz kirin.
Ji bilî Şaredar Thomas Kufen, gelek nûnerên din ên siyasî û rêveberiyê jî di vê şahiyê de cîh girtin. Li standa Yekmalê zarokan bi awayekî afirîner kêfa xwe kirin û derbarê xebatên Yekmalê agahî ji dêûbavan re hat dayîn.