Em ji ber êrîşa nijadperest û zayendperest a li dijî Parlamentera Parlemantoya Almanyayê ya Federal Gökay Akbulut (Partiya Çep) gelek nîgeran in.
Êvara 25ê Çile ya 2025an, birêz Gökay Akbulut di dema rêwîtiya xwe ya di trêna ber bi Stuttgartê de rastî destdirêjiya zayendî, heqareta nijadî û êrîşa fizîkî ya komeke rastgirên tundrew hat. Bûyer bi rengekî sosret nîşan dide ku rewşa civakî ya niha çiqasî metirsîdar bûye.
Ev bûyer ne tenê êrîşeke li dijî birêz Akbulut weke kesek, di heman demê de êrîşa li dijî nirxên demokratîk û jiyana hevbeş a aştiyane ye.
Cihê nijadperestî, zayendperestî û tundrewiya rastgir di civaka me de tune ye. Kiryarên bi vî rengî encamên tirsnak ên atmosfereke siyasî û civakî ne ku her diçe bi hin helwêstan tê teşwîqkirin.
Em bi her awayî piştgirîya birêz Akbulut dikin. Em li kêleka wê ne û daxwaza lêkolînê li ser vê bûyerê dikin.
Em bang li her kes û aliyan dikin ku li dijî kîn û tundiyê helwesta xwe nîşan bidin. Helwestek zelal li dijî hemû cûreyên dijminkariya li hember mirovan pêwîst e. Bi taybet ku hilbijartina federal a meha Sibatê li pêşiya me ye. Berpirsiyariya siyasetmedar, komele û saziyên civaka sivîl e ku bi hemû hêza xwe li dijî van pêşhatan bisekinin û helwêsta xwe bikin yek.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal