04 Sibat 2025 | Berlîn | Tora BEFaNê

Civîna hevkariyê ya Tora BEFaNê bi Senata Berlînê re

Civîna hevkariyê ya Tora BEFaNê bi Senata Berlînê re

 

Di 30yê Çileya Paşîn a 2025an de, civîna hevkariyê ya salane ya Tora BEFaNê bi Rêveberiya Perwerdehî, Ciwan û Malbatê ya Senata Berlînê û nûnerên berpirsyariya Senatê ya ji bo Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê re pêk hat.

Ji Rêveberiya Perwerdehî, Ciwan û Malbatê ya Senatê (SenBJF) Mark Hanprecht û Elisabetta Mina, ji berpirsyariya Senatê ya ji bo Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê (IntMig) Weronika Priesmeyer-Tkocz û Christine Grote beşdarî civînê bûn. Ji komeleya me jî rêvebera giştî ya Yekmalê Günay Darici û kordînatora Tora BEFaNê Remziye Uykun beşdar bûn.

Di vê civîna berhemdar de, ev mijar hatin nîqaşkirin:

• Pêşveçûnên Tora BEFaNê û plansaziya 2025an
• Pêşveçûnên di rêveberiyên Senatê de
• Encamên Rapirsiya dêûbavan û pêşniyazên ku jê derketine
• Derfetên hevkariyê ji bo pêşerojê

Hevkariya serketî ya di navbera Tora BEFaNê û rêveberiyên Senatê de, dê di sala 2025an de jî berdewam bike. Em ji bo hevkarî û piştgiriya baş gelek spasiya Senata Berlînê dikin û em bi hêviya hevkariya zêdetir in!

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR