Di 11ê Sibata 2025an de, civîna Komîteya BVV a ji bo Beşdarî û Întegrasyonê ya Neuköllnê li avahiya me ya li Karl-Marx-Straße 172 pêk hat. Li vir xebatên Yekmalê yên wek Şêwirmendiya li ser mafê runiştinê, Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê, Akademiya Yekmalê û Şêwirmendiya Dij-Cudakariyê bi Kurmancî û Soranî pêk tên.
Em wek tîma Yekmalê beşdarî civînê bûn û me projeyên xwe yên jorîn û herweha Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê, projeya Em bi hev re xurt in - bernameyek hêzdarkirina zarok û ciwanan li Bodinplatzê dan nasîn. Herweha me xebatên xwe yên Alîkariya Perwerdehiyê ya Seyar û angebotên Akademiya Yekmalê pêşkêş kirin. Piştre bi endamên komîteyê re danûstandinek kêrhatî hat kirin.
Em spasiya endamên Komîteya BVV Neuköllnê ya ji bo Beşdarî û Întegrasyonê dikin ji ber eleqeya wan a mezin ji bo xebatên me yên li navçeya Berlîn-Neuköllnê. Em hêvîdar in û pêşwazî ji hevkariya pêşerojê bi vê Komîteyê re dikin.