19 Sibat 2025 | Dij-nijadperestî

Salvegera komkujiya Hanau'ê - piştî 5 salan tu tişt ne guherî

Salvegera komkujiya Hanau

© bpb / picture-alliance, greatif | Florian Gaul

Ev pênc sal in em navên wan dibêjin:

Gökhan Gültekin
Sedat Gürbüz
Said Nesar Hashemi
Mercedes Kierpacz
Hamza Kurtović
Vili Viorel Păun
Fatih Saraçoglu
Ferhat Unvar
Kaloyan Velkov


Di 19’ê Sibata 2020’an de Gökhan Gültekin, Sedat Gürbüz, Said Nesar Hashemi, Mercedes Kierpacz, Hamza Kurtović, Vili Viorel Păun, Fatih Saraçoglu, Ferhat Unvar û Kaloyan Velkovli li Hanau'ê ji aliyê terorîstekî rastgir ve hatin kuştin. Kujerê nijadperest beriya bûyerê ji aliyê polîsan ve hatibû naskirin.

Ev pênc sal in em wek komeleya Yekmalê û gelek rêxistinên din daxwaza dadperwerî û zelalkirina bê şert û merc dikin. Têkçûna rayedaran, nebûna agahî û encamên lêkolînan nîşan didin ku nabe em dev ji têkoşînê berdin. Em daxwaza dadperweriyê dikin!

Îro gelek xwepêşandan li seranserê Almanyayê tên lidarxistin:

  • Ev Lînk ji bo xwepêşandanên li seranserê Almanyayê (#HANAUISTÜBERALL - Initiative 19. Februar) ye.
  • Ev Lînk jî ji bo xwepêşandana li Berlînê ye (Demo gegen Rechts in Berlin - Die Konsequenz bleibt Widerstand)

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR