06 Adar 2025 | Rojên Çanda Kurdî

Rojên Çanda Kurdî - Bernameya 2025an

Komeleya Yekmalê ji sala 2017’an vir ve her sal bi navê Rojên Çanda Kurdî rêzeçalakiyekê li dar dixe. Armana me ewe ku çanda Kurdî baştir bidin naskirin ku beşeke ji civaka pirçandî ya Almanyayê.

Rêzeçalakî bi gelemperî di 21ê Adarê de dest pê dike, ji ber ku ev roj ji bo kurdan rojek pir giring e. Li Kurdistanê em di wê rojê de pêşwaziya sala nû û destpêka biharê dikin. 21ê Adarê destpêka sala nû ye û bi wê re xweza ji nû ve dest bi demsalek nû dike. Newroz ji bo kurdan sembola rizgarbûna ji bindestiyê û rêya azadiyê ye.

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de em gelek çalakiyan pêk tînin - di nav de pêşangeh, panel, Workşop û hê zêdetir. Çalakî îsal li Berlîn, Bremen, Essen û Herford/Bielefeldê pêk tên. Beşa sereke û taybet îvênta me ya Pêşwaziya Newrozê û şahiya Newrozê ya zarok û malbatan e.

Em bi kêfxweşî bernameya xwe ya îsal bi wer e parve dikin û li benda beşdariya we ne:

My alt text

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR