Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de ku ji aliyê komeleya Yekmalê ve li Almanyayê tê organîzekirin, em we vedixwînin workşopeke DEQê da ku hûn xwe bixin nav cîhana balkêş a sembolên kevnar.
Di vê workşopê de, beşdar dê hunera DEQê nas bikin ku têkiliyekê di navbera mirov û xwezayê de çê dike. Em dê bi hev re di nav mîrata xwe ya çandî de rêwîtiyekê bikin.
Roj: 16ê Gulanê 2025
Dem: 15:00 - 17:00
Cîh: Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997 Berlîn