Di 2014an de, Dewleta Îslamî ya DAIŞê êrîşî Rojhilata Navîn kir û şerê xwe yê hovane yê tunekirinê li dijî gelê Kurd û gelên ji baweriyên cuda dest pê kir. Di vê çarçoveyê de civaka Êzidî rastî jenosîdê hat û hezaran kes hatin kuştin an revandin. Jin û zarok herî zêde rastî destdirêjî, kolekirin û revandinê hatin. Êzidî ji vê êrîşê re dibêjin “Ferman”. Kesên ji vê jenosîda hovane rizgar bûne, heta niha jî di bin şert û mercên dijwar de li konên li herêmê dijîn.
Rojnamevanê wêneyî yê Kurd Rawend Cewad Smail bi kameraya xwe awirên bêhêvî yên van kesan kişandiye - kesên ku ji kampan li cîhanê dinêrin û li benda alîkariyê ne. Wêneyên wî dikarin bibin "dengek ji bo hawara wan".
Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de ku ji aliyê komeleya Yekmalê ve li Almanyayê tê lidarxistin, em dixwazin van kêliyên bi bandor bi we re parve bikin. Ji bo hestkirina tirsa ku Rawend di wêneyên xwe yên navdar ên navneteweyî de belge kirine, tenê divê meriv li çavên zarokan binêre.
Roj: 12ê Gulanê 2025
Uhrzeit:
Cîh: