11 Adar 2025 | Rojên Çanda Kurdî | Herford

Belgefîlm „Hêza“

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de em li Herfordê belgefîlma “Hêza” nîşan didin. Ev belgefîlm behsa keçeke Êzîdî dike ku di 14 saliya xwe de tevî malbata xwe ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin.

Hêza du salan di destê DAIŞê de maye û gelek caran rastî destdirêjiya seksî hatiye. Piştre ew birine Reqayê. Herî dawî Hêza bi alîkariya malbateke Kurd ji dîlgirtinê rizgar dibe. Ew azad dibe û sonda tolhildanê dixwe û berê xwe dide Şengalê. Dema ku ew diçe Şengalê, dibîne ku her tişt guherî ye û hêzên parastinê li wir bi cih bûne. Hêza bi jinên Êzîdî yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin re hevdîtin dike û piştre biryara tevlîbûna nava yekîneyên YJŞ’ê dide.

Em spasiya Derya Deniz dikin ku belgefîlma “Hêza” çê kiriye. Ev fîlm li ser Jenosîda hovane ya li dijî Êzidiyan agahî dide temaşevanan.

Roj: 13ê Nîsanê 2025
Dem: 17:00
Cîh: Buroya Yekmalê ya li Herfordê
Bielefelder Straße 20, 32051 Herford

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser